Avatar

Avatar

Unduh Subtitle Kurdish

Informasi rilis

Avatar DVD
Komentar oleh Bedry

Tag

DVD
Diterbitkan pada: 2013-07-20
Unduhan: 176
Tuna Rungu: Yes

Pratinjau subtitle Kurdish

200 baris pertama.

Dema ku li wir, li nexweşxaneya birîndaran,

li valahiya mezin a li navenda jiyana xwe radiziyam

min xewn didîtin ku difiriyam û

Azad bûm.

Lê dawiya dawîn, her tim divê tu şiyar bibî!

Di sarincê de mirov xewn nabîne.

Heçko qet 6 sal derbas nebûne.

Heçko, serxweş bûme û min têra xwe lêdan xwariye.

Yê ku zanyar bû, Tommy bû, ne ez.

Dîsa ew bû yê ku ji bo ku bersivan bibîne şensê xwe li fezayê ceriband.

Em hatin?

Erê em hatin, şêrîna min.

Em hatin.

Derbarê birayê te de..

Heftiyek berî ku Tommy were...

Ji aliyê keseke çekdar ve rêwitiya wî hat qutkirin.

Ji bo çend qurîşên di bêrika wî de.

Ev tam 5 sal, 9 meh û 22 roj in ku hûn di sarincê de ne.

Hûn ê birçî bibin û lewaz hîs bikin.

Ger hûn xwe baş hîs nekin....

Erê, Tommy zanyarek bû.

Ez jî birîndarek im ku ji bo cihê ku hatimê poşman bibim.

Tam li seranserê me, Pandora heye.

em bi çîrokên derheqê vir de, mezin bûn.

Min hêvî nedikir ku ez ê rojekê werim vir.

Birayê te projeyeke gelekî girîng temsîl dikir.

Em dixwazin bi te re biaxivin ku cihê wî bigirî.

Ji ber ku rêzika GENên we heman in, tu dikarî gava wî bavêjî.

Yanî weke mînak...

Wê di dinyayeke nû de, destpêkeke nû be.

Meaş jî baş e.

Gelek baş e.

Maskeyên xwe li xwe bikin! Em diçin! Maskeyan li xwe bikin!

Ji bîr nekin xortino, ger hûn maskeyan wenda bikin...

...hûn ê di nava 20 çirkeyan de hişê xwe wenda bikin...

.. di nava 4 deqeyan de bimirin.

Îro wê tu kes nemire.

Paşê rapora min xerab xuya dike.

Dergeha Dojehê, Erebeya 1-6 nêz dibe.

Em îşaretê derbas dibin, maden xuya dike.

Jiyanek ditemire û ya din pêt dide.

Temam e, kemberan vekin!

-Çenteyên xwe bistînin! -Bibin yek rêzik! Bilezînin.

-Deqeyeke we heye! -Bimeşin!

Dema rempe vebû rasterast herin kampê, nesekinin!

Rasterast herin! Bi nîşana min...

Bimeşin! Bimeşin! Derkeve here ji vir!

Leşkerê kevin tune...

..heye ku derketibî, lê tevger ji hundirê we qet dernakeve.

Min ji xwe re digot, dikarim ji her testê ku kesek dikare derbasbe, derbasbim.

Ger pereyê min hebûya, wê pişta min sax bikirana.

Lê bi vê meaşa xaziyekê ne gengaz e, di vê rewşa aboriyê hê zehmettir e...

Hadê em herin kurikê taybet. Min mijûl neke.

Silav keçikno.

Li van goştên teze binêrin!

Li dinyayê, ev zilam zilamên artêşê bûn. Leşker bûn.

Ji bo azadiyê şer dikirin.

Li pêşiya xwe binêre erebeyê pêşbaziyê!

Lê li vir, tenê kujerên in ku

ji bo pereyan dixebitin!

Li vê binêre hevalo!

Erebeya wî heye!

Diviyabû tiştekî wisa nebûya!

-Tu kes din jî bîne vir. -temam e!

Hûn êdî ne li Kansas'ê ne.

Hûn li Pandora'yê ne...

...xort û keçikno.

Ji vê re rêzê bigirin!

Her roj, her deqe!

Ger dojehek hebe, piştî ku we Pandora'yê dît...

Belkî hûn bixwazin li wir bêhna xwe vedin.

Li derve, li paş wan dîwaran...

...her tiştê ku difirin, avjenê dikin û dijîn...

...dixwazin we bikujin û çavên we weke şekirekê bixwin.

Bi navê "Na'vi" nijadeke heremî ya mîna mirovan e.

Tîrên bi jehr bi kar tînin ku...

di deqeyekê de dikare dilê we bisekinîne.

Her wiha hestiyên wan bi karbon fîberê hatine bihêzkirin.

Kuştina wan gelekî zehmet e.

Weke berpirsiyarê ewlekariyê, peywira min ew e ku we zindî bigirim.

Lê ez ê nekarim serkeftî bim!

Wê hinek ji we bimirin!

Ger hûn bixwazin bijîn...

...divê hûn ji aliyê hişmendî ve hêztir bin.

Divê hûn guhê xwe bidin zagonan!

Zagonên Pandora'yê!

Zagona yekemîn...

Nikare cihê şîretên kevin ên ewlekariyê bigire.

Bibexşînin, bibexşînin!

Jake! Tu Jake î, ne wisa?

Birayê Tom.

Wey li min! Eyn mîna wî yî.

Bibexşîne, ez Norm Spellman.

Ez di perwerdehiya Avatar de bi birayê te re bûm.

Laboratuvara Biyolojiyê! Em vir gelek wext de4rbaskin.

Silav, çawa diçe? Ez Norm, bikarhênerê Avatar.

-Silav. Hevserker li ku...

Vaye hevserker li vir e. Em bi van li Avataran werin girêdan!

Ez û Norm, em li vir in ku van laşên bi qûmandaya dûr, bi kar bînin.

Ev bi tevlîhevbûna

DNAya mirovan û niştecihan, mezin bûn.

-Merheba, bi xêr hatin Pandora'yê. -Silav.

-Ji bo dîtina we kêfxweşbûm. -Merheba.

Kuro ev mezin in lo!

Erê, dema em difiriyan ew jî tam gihan.

Bi saya stîmûlatora hîskeran pir baş pêşde diçin.

Erê, masûlkeyan wan pir baş in.

Di normalê de di çend saetan de amade ne, lê divê em heta sibe li bendê bin.

Ya te li wir e.

-Silav, Dr.Norm Spellman. -Dr.Max Patel. Dilxweş bûm.

Dişibe Tom.

Dişibe te.

Avatara te ev e Jake.

Fikra bingehîn ew bû ku her bikarhêner bi avatara xwe hevser bibe.

Bi vî awayî sîstema rehan di dnegeyê de dimîne.

Vaye tişteke wisa ye.

Loma min jî teklîfeke wisa stand, ji ber ku...

...tenê ez dikarim bi avatara birê xwe bêm girêdan.

Ev kar û xebat gelekî bûha ye!

Ev rast e gelo? Hema wisa...

...çi were ber devê min bibêjim rojnivîskê?

Erê, divê em her tiştî tomar bikin.

Yanî me çi dît, çi hîs kir fîlan.

-Hemû parçeyên ceribandinê ne. -Erê, ji bo ceribandineke baş nêrîneke baş pêwist e.

Her wiha wê alîkariya te bike ku 6 mehên li pêş, tu aqlê xwe wenda nekî.

Neyse.

Yanî...

..vaye li vir im!

Em ceribandinan fîlan dikin.

Derdikevin.

Bikarhêner ji hevserkeran derdikevin.

Xwedêyo!

Sîgareya min a nalet li ku ye?

Xortino? Li vê wêneyê çi kêm e?

Spas dikim.

Grace Augustine efsaneyek e!

Serê programa Avatarê. Pirtûkê wî nivîsand.

Yanî bi rastî, derbarê nebatên Pandorayê pirtûk nivîsand.

Ji ber ku nebat ji mirovan baştir in.

Vaye vir e. Cindirella ji baloyê vegeriyaye. Grace...

....dixwazim bi Norm Spellman û Jake Sully nas bikî.

Norm, min derbarê te de tiştên baş bihîst.

Zimanê te yê Na'vi çawa ye?

Di hevdîtina me ya bi Dayika Pîroz re de...

..bila bi me bikene.

Ne xerab e. Tu hinekî fermî diaxivî lê.

Min 5 sal perwerdehî standibe jî...

...hê gelek heye ku hîn bibim.

Grace.

Ev jî Jake Sully.

Xanimê.

Erê erê. Te nas dikim û pêdiviya min bi te tune.

Pêdiviya min bi birayê te heye!

Te dît, ew zilamê ji bo vê peywirê 3 sal perwerdehî dîtiye.

Ew mir.

Herkesî qehirand ez jî zanim.

-Te çiqas perewerdehiya laboratuvarê dît? Min carekê beqek jê kiribû.

Te dît? Te dît? Tif dikin rûyê me û paşê dixwazin em şikir bikin.

-Ez diçim Selfridge'yê. Raweste Grace!

Na lo, bi temamî qeşmeri ye!

Ma ez ê niha ji wî nepirsim? Ew kî ye ku dest diavêje beşa min?

Sibe sibehîn saet 8'an de li vir be. Hay ji gotinên xwe hebe.

Ji Dûpişk'ê li Hotel'ê. Li vir Dergeha Dojehê ye, ji bo danînê guncan e...

-Te dît avêtinê? -Belê ezbenî!

Na te nedît, te li ekranê dinihêrt.

Min ji vê şivikê hez kir Ronnie. Min gelek hez kir.

Parker.

Berê min digot qey tu guh nadî min...

..lê êdî zanim ku tu bi zanîn dirî devê min de.

Grace, binêre ev axaftinên me yên biçûk pir xweşik in.

Pêdiviya min bi zanyarekî heye.

Ne kesekî ji yekîneya sergêjan!

-Di eslê xwe de, bi ya min em bişens in. -Em bişens in?

Erê. -Çawa dibe ku têkiliya vê bi şensê hebe?

Em bişens in ku ev zilamê te xwedî cêwikek e...

...û bişens in ku ev cêwik ne dirankêş fîlan e.

Em dikarin leşkerek, bi kar bînin. Weke parêzêrê koma we tayîn dikim.

Tişta herî dawîn ji min re lazim e, zilameke çekdar e ku bişînim wir.

Binêre, li vir divê em nîştecihan ji qada madenan derxin.

Ji bo xatirê te me şova kûkleyan jî amade kir.

Em mîna wan xuyan, me mîna wan axaft û bi me bawer kirin.

Me ji wan re dibistan saz kir, îngîlîzî hînî wan kirin. Paşê çibû? Bû çend sal?

Têkiliya di navbera me de her xerabtirbû.

Ger hûn gule bibarînin ser wan wê tabî wisa bibe.

Rast e, were bi min re.

Ez jê kerixîm.

Em ji bo vê li vir in!

Unobtainium.

Ji ber ku kîloya vê kevira gewr a biçûk 20 milyon dolar e!

Tekane sedem ev e!

Meaşa herkesî ev dide.

Pereya zanistiya te jî ev dide.

Me li hev kir?

Niha ew kûvî hemû operasyona me dixin talûkeyê.

Hema bêje wê şer derkeve û diviyabû te çareseriyeke dîplomatîk bidîta.

Ya di destê xwe de bi kar bîne û cara bê dest vala newe.

-Vêca tu çiqas girêdayî mayî? -Bi qasê 512 saetan.

Nexerab e.

Tu li vir î.

Tu jî li vir î.

Komentar

No comments yet. Be the first to leave one.

Keep it about this subtitle — sync, quality, typos.500 characters left